ku:derbarey

Koma lêkolînên transglobal

Koma lêkolînên transglobal lêkolîner, hunermend, nivîskarên li seranserê sînorên erdnîgarî, û sînorên dîsîplînî li dora veguherînan û dozên epistemolojîk - polîtîk û rewşa nûjen ve bi hev ve girê dide.
Ev rewş nîşan dide ku formên bihevgirêdanê û birêxistinkirina civakî, siyasî, aborî û hwd. Ne tenê di nav çarçoveyên neteweyî û navneteweyî de ne, lê her wiha di qadên herêmî / gerdûnî, der-neteweyî de ne jî û hemû jî hêjayî lêkolînan ne.

Proje berhemên ramana rexneya dîroka hemdem ya globalbûnê pêşwazî dike di aliyên wê yên siyasî, civakî, aborî û hwd. Nêzîkatiyên vekolînerî yên li ser formên nû yên pêkanînên siyasî û derketina teoriyên piştnetewî, pêşveçûn û tevgerên di dehsalên dawî de, rêzejenosîdên tundîtiyê û zimanên serboriyan, û siyaseta zanîn û wergerandinê.
Ew tevgerek berfireh a zanistên mirovî û civakî hembêz dike, herwiha dixwaze lêkolînên siyasî û Hunerî & Medya di çarçoveyeya danûstendinek navnetewî de pêşbixîne.
Naverok û qadên lêkolînê yên wan lêkolînerên ku beşdarî projeyê dibin e û lirastîhevhatina wan e, li herêmên cuda yên cîhanê, li gorî erk û armancên Zanîngehê-Cîhanî Paris 8 Saint-Denis.

Ew xwe dispêre metodolojîyên lêkolînê yên nav û derdisiplînî di warên zanistên mirovî û civakî, zanistên perwerdehiyê, û Huner & Media . dahênana pratîkên lêkolînerî, di pêgihandinên wan ên pêkan û bidestxistî de, di warê vekirina pêvajoyên lêkolînê de, li hundur û derveyî zanîngehê, seferber dibin.
Ew dixwaze têkiliyên bi rêxistinên lêkolînê û perwerdehiyê re pêşve bibe bi armanca piştgiriyê bide danûstandinan; di nav bernameyên perwerdeyê de an jî perwerdehiya bi rêya lêkolînê û geşkirina çalakiyên seferberiyê.

Ew di kanûna 2017'an de hate damezrandin, piştî pêşdîtinên salekê, ew pêşxistinê destek dike û vekirî ye li ser problêmatîkên pevgrêdayî ya ramanên nû yên siyasî, civakî û rexneya zanistan.
Di rastiya xwe de ev proje ji berhemên lêkolînerên pêgir û hem jî yên tên vexwendin, proje di geşepêdaneke bê rawestan de ye û ji nerînên rexneyî derbarê cîhana globelîzekirî vekirî ye: pêdivî bi nûkirina rêbazan û aliyên lêkolînan heye.


Pirsgirêkên lêkolînê:

Seferberî û Pratîkên Siyasî / Gelên Bê Welat-Dewlet û Teoriyên Pişt-Neteweyî / Rexneya Netew-Dewlet û Mijara Siyasî ya Nûjen / Rexneya Nasnameya
Dîroka Tundîtî û Zimanê Bîranînê / Rexneya Epîstêmolojî ya Dîrokê / Teşeyên hevdem ên Tundîtiyê
Metodolojîyên nav û veguhêz-dîsiplînî / Huner & Medya / Sosyo-analîz û analîzek sazûmanî / Polîtîkayên zanînê û wergerandinê


info@transglobal-studies.org
https://transglobal-studies.org
https://facebook.com/transglobalstudies

  • ku/derbarey.txt
  • Guherandina dawî: 2019/10/29 22:59
  • par transglobal-studies